ŞOREŞ*

Browse By

Print Friendly, PDF & Email

Félix Guattari
Wergera Kurdî: Mithat Kutlar

Pêvîste kû em li ser wateya şoreşê hinek ceribînan bikin û li ser vê bifikirin. Bi rastî têgîna şoreşê evqas li dûrî wateya xwe ketiye û evqas pirwateyî bikarhatiye kû hevcehiyek hêsan be jî, dibe em wegerin li ser wateya vê ya evil û esasî. Şoreş, qala xwezaya pêvajoyekê an jî ya guherînekê ye, ya kû carek dîtir nevegere heman xala paşve. Ji ber vê jî wateya têgîna ‘şoreşê’, pêvîste kû mîna tevgera dû stêrkan ya derdorê bihevra neyê watedarkirin. Şoreş, dibareyek gûhertina tiştekî/ê û her wiha jî dibareyek anîndina/bikaranîna tiştek nevegerî ye. Şoreş, hilberîna dîrokê ye. Her wiha pêvajoyek wusa ye kû kesan, dibareya heman çalak û heman wateyan de azad û rizgar dike.  Ji ber wê terîfê em dikarîn bêjin şoreş nayê plansazîkirin. Çi kû ev tiştê kû bê plansazîkirin her dem li wir e [Déjà Là]. Hemû şoreş, wekî dîrokê her dem mizgîniyan dihilberînin. Li gorî pênasîna xwe jî pêşda nayên texmînkirin. Lê ev rewş jî çi car kesan ji xebata şoreşê re venagerîne; dema kû keda şoreşê, wek ji bo tiştekî pêş da nayê texmînkirin bête qebulkirin.

 Ev tiştê kû em dibêjin ev qas tewş nîne. Mûzîkjenek an jî helbestwanek eger nav pêvajoyek bi hilberînî de be –bilî ên nav çerçoveya akademiyê de cih digirin-  heta kû vê hunerê nehilberîne nizane kû çi dike û çi dihilberîne. Em dikarin lîsteyek gelek mezin, yên kesên kû pêvajoya hiberîna jiyana xwe de sînora xwekuştin û dînbûnê de serkeftî mayîyan çêkin. Dema kû em bêne ser mijara xwe, ez dikarim bêjim kû fikra şoreşê bi fikra pêvajoyê re tê pênasîn. Şoreş hilberîna tiştê kû tûne ye. Li nav hebûniyên tişt, raman û hişmendiyê de hilberîna tekanetiyê ye.  Qada civakî ya bêhiş pêvajoyek wusa ye kû, bi astek dinî vegotinê dibe sedema mutasyonan. Me ev wekî pêvajoyek tekanebûnek hebunî binavdikir.  Pirsgirêk ev e kû xebatekê, tekstekê de li gel yekî/ê an jî nifşek jiyanê de li gel kesên din; an jî hemû qadên jiyanê û keşf kirina azadiyên kû bêne afirandî de em dê çawa piştevaniya pêvajoyên tekane bikin?

 Lê belê ev rojên kû em têda mirov, peyva şoreşê wekî ji bo pênasîna çend rewş û projeyan ve qet nabihîse û naîne bikaranîn. Wateya şoreşvan çi ye? Mînak, qey projeyek, wekî têgihiştinek Troçkîparêz her dem şoreşî dibe an na? Bi aşkera ye kû ev lîstikek otomatîk e ya li ser peyvan. Çi kû gorî pênasîna xwe jî şoreş, her wext nabe. Ev, demek vegûhertî û nayê bervajîkirî ye; ya li nav pêvajoyekê de. Rola min a li wir ders/perverde dayîn nîn e. Lê pirsgirêkên herî girîng ên zanistî ev xebatên li ser pêvajoyên nikarin bên bervajî kirin in; bi taybet jî beşa termodînamîkê. Her wiha eger pêvajoyek, bi çunek bêweger de be û ji ber vê jî eger dîrokek bêhempa jî ava kiribe vê gavê em dikarin bêjin şoreşî ye. Tiştê kû ez niha dibêjim pir hêsan xûya dike, lê belê eger em mînakan li ser kesan re bidin vê gavê tişt dê tevlîhevtir bibe.  Gelo, qadek civakê bi aliyê derunî de dikare bibe şoreşvan an na? Eger rêxistinek –minak saziyên karkeran- civakî an jî siyasî pênceh sal pêde xwe her dem şoreşvan bihesibîne wekî Yekîtiya Sovyetê de hatî dîtin, bi rastî ev rewş nakokiyek aşkera ye: şoreş tiştek pêvajoyî ye an jî ev şoreş nîn e. Dema kû Şoreşa Frensî serkeft, nifşên şoreşê hemû salonên bajar ve hatin danîn û Belgenameya Mafê Mirovan hemû zarokên dibistanan re bi mecbûrî hat jiberkirin: êdî ev şoreş bibû şoreşek xwedî qereqter/xislet.

 Hebûna pêvajoyên mîkro ên şoreşvanî tenê girêdayîyê têkiliyên civakî nînin. Minak em bêjin Modîglîanî, çend rûyên kû kesekê/î ciret nedikir çêbikin, bi şiklekî wî dîtin. Mînak wî, bi demek aşkera da û devirdora zemanekê de ev tişt û fikra em dibêjinê ‘makîneya bi rûyîtî’ da kû bi temamî biguhere; nevayek çavên hêşîn ên taybet çêkir/saz kir. Ev pêvajoyên mîkro ên vegûherînê bi aliyê têgîhêj û pratîkê/karbariyê re bi destê ew kesên kû xwedî baveriya kû hinek tişt dê bên gûhertin re hat hilgirtin. Modîglîanî, tenê li ser “rûyekê” bi aliyê dîtinek cuda ve guherînek çênekir, her wiha li ser “rûyekê” bi aliyê dîtinên kollektîf re jî guhertinek mezin awakir. Evê pêvajoyê, girîngiya hebûna xwe; li qadên civakî de şoreşvaniya xwe, hemû caran li demekê û devreyekê de parastiye. Paşra jî pêvajoya wênasaziyê cihek din çêbun. Paşê jî pêvajoyên din û mûtasyonên din ên şoreşî derketin holê. Her wiha bi çendîn nifşên “pêvajoyên mîkro” bi peresendî cihê xwe girtin. Belê, pirsgirêkiya şoreşî, tiştên wusa di nav xwe de digire/dihevîne.

 Eger şoreşek çandî nebe an jî nav têkiliya mirovan de mûtasyonek çinebe, pêvîste kû hemû nifşên çivaka berê bên betalkirin. Eger rewş wusa nebe ez bawer nakim kû rejîmek/sazumanek,  bibe guherînek şoreşî. Ev tiştê kû ez dibêjimê şoreşa molekûlar, warê hemû karbarên ihtîmalî ên qala guherînên nifşên/terzên jiyariyê ye. Bi rastî ev tişt heman demê de şert û mercên vegûherîna civakî ne. Wan gotinên min de qet tiştê îdealîstî û ûtopyayî tûne ye.

 Demên em têde, êdî çi kes newêre kû peyva şoreşê bilêv jî bike. Hevce ye bê qebûlkirin kû baweriyên û xeyalên hebûna şoreşek “heqîqî/rast”, bi exmexî ye. Ewro li Frensê, behs û axaftina li ser şoreşê qet bi qopanî/fîranî nîn e. Bi piranî rewşenbîrên Frensî, pirsgirêka berxwedana qadan derveyî axaftinên xwe digirin. Lê ev nayê vê wateyê kû, pirsgirêka berxwedana qadan dûrî buyerek dîrokî ye. Bi rastî ev rewş, kêmasiya wan ya herî tê zanîn ev e. Hemû pergalên nûnerîkirinê ên xwe şoreşvan dihesibin, bi zêdetir dibin sedemên dijî ji bo tiştên kû ez behsdikim. Her wıha jî wek astengiyên pêvajoyên şoreşî xuya dikin. Ji ber vê jî dijî hemû nifşên burokratîzmê ên vê pergalê rêvediben re berxwedanek pêvîste: ya girîng ev e kû em vê rewşê li gel pêvajoyek şoreşî re têkel nekin. Lê belê ev rewş pêvajoyek şoreşî jî nebe, ev dîsa jî hevcehiyek girînge. Mînak em dikarin behsa piştevaniya serbanekê bikin: pêvîst nîn e kû li wir serban aliyê şoreşbûn an jî neşoreşbunê ve bête nîrxandin. Ya pêvîst ev e kû em ka diwêrin an newêrin vê barê projeya serbanê li ser me herife/bikeve jî, em qebul bikin? Heman tişt ji bo têkiliyên civakî re jî dikarin bêjim: gelo komên civakî û qadên xebatkar li kîjan amûran ve be bila bibe; berxwedana li dijî pergalên zordest re dide hemû aliyan ve meşrû ye.  Tiştek dîtir ev e kû bilêvkirinek aşkera ya siyaseta şoreşê (a pirbarî) an jî ya şoreşên molekulîgelek hew cuda ne. Tiştê herî pêvîst ev e kû em, fikra dûalî/dûalîst ya salane kû nabenda Marxîzm/berxwedana civakî/berxwedana sazî û nabenda şoreşên molekulî xirab dike û wan wek dijber dide nasîn re dûr bikevin.

* Ev nivîse li nav pirtuka Felix Guattari & Suely Rolnik, Molecular Revolution in Brazil, Semiotext(e), sal: 2008, rupel: 258-261 de, wergera tirkî ya hevalê heja Kürşad Kızıltuğ de hatiye wergirtin.