MOMIN – Her bixtanek mirinek e

Browse By

Print Friendly, PDF & Email

Mithat Kutlar

Çawa ku mirov berekê biavêje nav avê û av xir bi vebe doranên xwe, tîrêjên rojê jî wusa xwe belav dikir li ser serê zoma Meydanbelekê. Dema roj hêdî hêdî dihate xwarê, te dê bigota wek zarokek dilcoş û kêfxweş mizgîniya destpêka rojê dide. Meydanbelek cihê zoma gundê Xirwateyê bû. Her wiha jî navê xwe zêdetir lav bu û salê çar car rûyê xwe reng û reng, nexşîn nexşîn digûhert. Wê salê jî wekî hemû salan, biharê destpêkirî bû. Gûndiyên Xirwateyê hevcehiyên xwe amade kirin û ketine rêya zoma Meydanbelekê.

 ss

Hatin û çûn şev û roj berdevam kir. Ancax dumahîka sê rojan de hatin û çûn xelas bû. Zozaniyan reşmalên xwe, cihê xwarin û vexwarinê, runiştin û nivistinê cida cida avakirin. Ew çend roj hemû berhevî û amadekariya konemalê re derbaz bûn. Roj çû ava, tariya şevê belav bu. Êdî doranên zomê û laşên şil jî ketin  xevê. Rojê dema careke din xwe aşkera kir û têna xwe da erd û esman, zozanî jî hêdi hêdî rabun û slavek dan rojê.

 Li gel serê sibê, keçika malê a xweşik/xweşkûk xûya kir. Ew xweşik, bejn û bala zirav, keçika nav û deng Momin bû. Mominê ser dinê sê bira hebun û dayîkek zelul. Babê wê hêş Momin ne hatî dinê mirî bû. Mominê bi zû ji bo birayên xwe destexank dana  û têşt amade kir.Birayên wi têşta xwe xwarîn û çûn ser karê xwe.Dayika Mominê jî, ji derve sêpêka meşkê çêdikir. Nêzîkî nîvro karê xwe xelas kir û doranên xwe temaşe kir. Dît ku bêriyên zomê amadekariya bêrê dikin dengekî bilind:

 -Momê! gula zomê!
-Kerem bike dayê!

-Dayê sirîn be keça min. İnşallah mirada xwe hasil bikî, qey tu naçi bêrê?

-Belê,ezê biçim dayê..

-Dê xwe zû amade bike, hemu bêrî rêketin da ku biçin bêrê.

Mominê, pıştî gotinên dayîka xwe hemû hevcehî amade kirin û gel bêriyan re çû bêrê. Momin keçek panzdeh salî bû. Wi imrê xwe da lavîniya wê nav gûnd û zomê de, her dem dev û dev digeriya û dihate ziman.Çavên wê ên reş mîna zeytûnê, mijulankên wê wekî tîran, ruyê wê jî weke berfa çiyayê Satê spî bû û durahiyê ve dihate dîtin. Fîstanek hêşîn wek esmanî vekiriyî û safî ber xwe kiri bû. Nexşên Îraqî lê bûn, birîn û diruna barzaniyan hati bu çêkirin.Xizêma zîv difinê da ber rojê revneq dida. Te dê bigota  gûla nû bişkivî ye.

Momê, xûrçika xwe avête pişta xwe, mencel û şîrparzûnk jî hilgirt û çû nav bêriyan. Hervaha hemu bêrî bihevra dimeşiyan bona aliyê pezê zomê. Car car sitran digotin carna jî henek hevûdû dikirin û diçûn nav bêrê. Piştî rêveçûn  xelas bu, durahiyê pez û şivan xuya kirin û  nabeyna nîv saetê de şivanî pez anînde cem bêriyan.

mithat1

Şivanê zomê, xortekî pir qenc, zîrek û zîxt bu. weke hemû rojan celebê xwe anînde ber bêrê. Şivan, pez amade kir û kapenek ji ber xwe derxist, ser geyayê nerm dirêjkir û bera xwe zivirande  aliyê bêrîvanan. Temaşekirina bêriyan gelek diçû xweşiya şivan.Bi rastî zêdetir lavîniya Mominê bala wî dikêşa. Nabeynekê şivanî dît kû Momin nikare şîrê doşiyî bibe xwalî biket nav mencelê.Bi zû rabû ser pêyên xwe aliyê Momin re meşiya û wê re got:

 -Destura te heye ku alîkariya te bikim?

-Dê gelek qenc be.

“Xwedê ji te razî be.

-Xwedê hemu mirovan razî be. Ne mesele ye.

 

mithat2

Şivanî slava xwe da û dîsa çû ser kepenekê xwe û xwe dirêjkir.Alîkariya şivanî gelek bala bêriyên din kêşa. Carîna nêzîk hevudu dibun û ser alîkariya şivan diaxiftin, carna jî qelîzî dikenîn.

Mezinan bi rastî Jî vala ne gotiye: “baver xwesîya bukê û yek jî bêriyan nekin” Dotin xelas bû, hemû bêriyan şîrê xwe hilgirtin û wegerîne zomê. Şivên jî pezê xwe vegêra û bire çêrandinê. Vextê hemû bêrîvan amade bûn kû vegerin ji bo çûna zomê, bêriyan hêşta ser Momin û şivan ra diaxivtin û qelîzegotin dikirin.Vextê axaftina bêriyan gihişte gûhê Mominê, ruyeke sar û dileke kerb bersiva wan da:

-Qey çi mijar neman kû hûn ser biaxivin, êcar niha jî hûn ser min diaxivin.Velle êdî bese, dest wan bixtanan bikêşin.

Piştî gotinên Mominê, hemû bêrî bê deng û bêbersiv meşiyana xwe sivik kirin û pêşiya Mominê ra ketine rê. Mominê kerbên xwe da dumahîka bêriyan de  meşiyana xwe berdevam kir. Mominê sûnd xwar kû careke din  li hev bêriyan re neçe bêrê. Piştî sûnda wê rojê pêve, pêşiya bêriyên din bi tenê diçu bêrê û vegerînê jî bi tenê dihate zomê. Dîsa jî bêrivanên din ser Mominê diaxiftin û bixtan lêdikirin.

Roj hatin û çûn. Rojek ji rojan de, Momin dîsa dema nav bêrê vegeriya cendekê wê şil bû. Bîstekê bêhna xwe weda. Piştî laşê wê hate ser xwe, rabu ku rêkeve û biçe zomê, dengeki nizim bihate guhê wê. Dît kû berxek reş û kîvî bi dengekî nizim re ber rexê rê dibarît. Momin weke hevalekî niyas nêzîk berxa kîvî bû û  weke zarokek tifal danî himbêza xwe. Maçikek lêda û berx ra got :

Berxiko reş û kîvî

Çima tu têy ser nişîvî?

Barina berxik nediravesta. Mominê zanî ku dayîka xwe winda kiriye û birçiye, vê re got :

Reş berxiko, were şîrê mencelokê wexwe.

Mencel dana ber serê berx. Berxikê bê nabend şîr vexwar û bes kir. Keçika xweşik hevalîniya berxa kîvî gelek kêfxweş bibû. Lê belê zanî kû bo çûna zomê dereng maye. Bi zû, pêyek sivik mençela şîrê xwe hilgirt, weke mêvanekê xatira xwe berxa kîvî xwast  û meşiyana xwe domand. Dema  nêzîkî zomê bû dît kû hemû bêriyan şîrê xwe şîrparzunê da bûn û meşkê da dihejandin. Dayîka Mominê ber reşmalê runiştiyî benda wê dima. Dema keça xwe dît û gazî kir:

-Momê tû çima dereng mayî?

-Dayê, laşê min giran bû û min jî bîstekê bêhna xwe weda. Dema ezê rê ketibam berxek reş û kîvî derkete ser rêya min û bêdom dibarî. Min jî şîrê mencelê danî ber wê. Şîrê xwe vexwar, paşra jî bêdeng bû û rêya çiya û nevalên bilind girt.

-Belê keça min qence, lêbelê careke din wusa dereng nemîne. Ji levra bêriyên zomê ser hatina te a dereng xerap diaxiftin û bixtan dikirin. Belê ez baş fêm dikim kû ew gotin hemû derevin. Feqet ew gotinên xerap dema bigihine guhê birayên te, ne tenê şeref û hasiyeta me , nav û maldariya me jî namîne.Te fêm kir an na?

-Başe dayê, bila…

Bi rastî jî imrê Mominê imrê hemû bêriyên dî ra kêmtir bû. Encama gelek mijaran zu fêm nedikir. Her wiha dilê wê de çicar bixtan û xerabî, kerb û gûneh nedibihurîn. Her tiştek ruyê rind û xweş re didît û digot. Orf û adeta mala xwe dur nediket. Piştî axaftina dayîka pîr xelas bu, Mominê serê xwe dana ber xwe û çu ber reşmalê runişt. Bistekê ji xwe ra fikirî, axînek kêşa û paş ra jî kofiya xwe hilgirt û destpêkire çêkirinê. Hemû rojan heta serdê êvarê kofî çêdikir. Roj dîsa çû ava. Şevê hemû der û dorên zomê hilgirte bin hikmê xwe û jiyan hevand.

mithat 3

Roja paştir heynê rabunê hat û hemû kesê têşta xwe xwar, xatira xwe hevudu xwastin û çûn ser karê xwe. Mominê alîkariya dayîka xwe dikir. Evilî doşek û lihêfên razanê rakirin, yek û yek nijimandine ser hevudu. Çar rexê reşmalê malîn û paqij kirin. Heta karên reşmalê xelas dibun, dem nêzîk nîvro dibu. Êdi,  hêdî hêdî careke din amadekariya bêrê dikir. Momê xûrçik avête ser milê xwe. Kêmratiba xwe danî xûrçikê da û paşra jî mencela şîr hilgirt û kete rê. Mominê ji ber sûnda  xwe a wê rojê pêve, herdem bi tenê  diçu bêrê û tenê vedigeriya zomê. Çend diçû bêrê, ew berxa kîvî dihate ser rêya wê. Momin dema careke dî bi tenê rêket. Rê da sitran digot û carîna jî ser rewşa xwe a nav zomê difikirî. Bi rastî jê ser rewşa wî gelek şîrove û bixtan dihatine kirin. Ji ber wan buyeran dilê wê gelek kesîre dibû. Dema rêya xwe nîvî kir dengê barîna berxa kîvî bihata guhê wê. Dît ku veke hercar berx ser rê ravestayî dibarî. Mominê dîsa fêm kir kû berx birçîbu ye. Lêbelê mencela Mominê wê carê xwalî bu. Ji levra wê carê hêj neçû bu bêrê. Çi terzan barîna berx nediravesta. Dilê Momê ji ber wê çendê kesîre bû. Bêçarehiyê da Mominê sîngê xwe vekir û memikên xwe ên vek sêveke negihiştî derxistin û berx ra da mêjandin. Berxa kîvî piştî şîrê xwe vexwar dîsa qesta rêya neval û çiyayên bilind kir. Hemû rojan berxik dihate ser rêya Momê, şîrê xwe vedixwar û diçû. Momin dema vegeriya zomê careke dî ew hatina berxa kîvî gote da xwe. Aliyekê buyer wusa dihatine qevimîn û rexekê jî hemû zozaniyan zêdetir ser rewşa Mominê şîrove dikirin. Bêriyan rewşa wê re digotin:

-Momin yara şivanî ye û ber wê çendê zû diçe bêrê û dereng tê zomê.

Mezinan gelek rast gotî ye: “Herçi heft sal bêrî be, li îmanê bê hîvî be”. Bixtanên bêriyan kete nav zomê û nav zomê ji belav bun û dûmahîkê gihiştine gûhê birayên  Mominê. Piştî wan gotinan zozaniyan mala mominê mala bê edep û bênamûsan îlan kirin. Da û birayên wê nedikarîn nav çawên gûndî û zozaniyan binêrin. Bi rastî jî piştî gazindên dûmahîkê birayên mominê bi kerb rêya bêrê girtin. Dema Momin dîtin kû tê, bê pirsiyar pê daran biqûtan û rakêşanê ve anîndine malê. Hemu cendekê mominê xwînê da berze bibû. Ev gûla rengîn û ronahiya dilan  wekî darek bêav mayi xûya dikir. Dilê dayika wê gelek kesîre bibû û rondikên wê wekî ava zê diherikî. Ji bo tevara mominê re kûrên xwe ra digot:

-Momin gûla min a şirîn e. Ez baver nakim kû çicar xeletiyên niha li ser wê  tên gotin bike. Hênceta dereng hatina wê berxek reş kîvî bû. Her roj dihate ser rêya wê û mominê jî şîr dida berx. Ji ber wê çendê dereng dihat. Baverim kû ew gotinên nav gûnd belavbûyî derevin û bêbextiyê re hatine gotin.

mithat son

Gotin bêçare dima.Birayên mominê gotinên da baver nekirin. Ew eqîdên jiyana eşaîrî û kevneşopî de vegerîn tûne bû. Nav kûrdan de bûyerên wûsa pê biryara mezinên malê dihatine dawîkirin. Mezinên mala momina bê felek jî birayên wê bûn. Birayên wê bihevra bera mominê runiştin û cezayê wê bi yek û yek li gorî ramanên xwe ên şexsî, cûda cûda anîndine ziman. Gotina evilî birayê mezin destpêkir û cizayê momin re fıkra xwe got :

-Ev buyer ser mijareke giran qevimiye. Cizayê wê jî dê hind qas giran be. Evê qirêjê ancax mirin paqij bike. Ez kuştina wê ji bo pêşeroja edep û hasiyeta  malbata me qenc dibînim û dixwazim.

Birayê navînê jî pişt birayê mezin re axaftin domand. Bera xwe zivirande nav çawên da û niyasên xwe û wan re got:

-Ez jî wekî birayên xwe ê mezin difikirim. Heqê wê xeletiyê kûştin e. Eqîdên yasînê çi dibêje û dê ew be. Ruyê me yê reş; niha, ancax kuştina mominê dê paqij bike.

Birayê navînê jî biryara xwe li aliyê kuştina mominê re da. Birayê biçuk gelek girêdayi ye mominê bû û gelek hejêdikir. Dilê wî nedigirt kû biryara mirina wê bidet û wan re got:

-Kuştina mominê em çend rast u heq jî bibînin, ez hesdikim xwîşka xwe efû bikim û wê bikim bûke.

Belê her sê birayên mominê qirara xwe gotin. Bi tenê birayê biçuk efû xwasti bû. Lêbelê  qirarê herdu birayên dî girantir dihat. Ji levra em dizanin kû encama biryara dawi mezin dibêjin. Rewş bi kurtasî wiha bû. Aliyeke din jî ji ber wan axaftinan rondikên mominê weke şiroka avê dihatine xwar. Dayika wê bê nabend digiriya û kûrên xwe ra diaxift û parêzvaniya mominê dikir. Lêbelê êdi gelek dereng bû. Nalîna dayika mominê berdevam dikir. Porê xwe dikêşa û çokên xwe diqûta û digiriya. Birayê mezin milê mominê girt û bire derve. Dilê da û birayê biçuk gelek kesîre bû û xwe ra çûn. Dema birayê mezin momin bire derve, bêdengiyek wusa hebû kû te dê bigotaba hemû erd û esîman qerisiyayî bû. Piştî bêdengiyê dengê dû û sê  teqînên xedarê bilind bûn. Paşra jî wekî her dem tazî/şînî û girî….

Em dizanin kû her bixtanek dibe sedema mirinê û mirinekê awa dike. Hemû deveran rastî, her tim dereng hatiye zanîn. Wekî rastiya mominê. Dîsa dem hatin û çûn, bêriyên din rojekê dema ziviriyan bona zomê, berxa reş û kîvî dîtibûn. Wê demê zanîn kû mominê her dem rast axiftî bû û bê çinehiyê ra hate kuştin. Niha jî li nav meydanbeleka rengîn de, ser gorê mominê şopa pêyên berx xuya dikin. Wê rojê heta niha delîlê bêsuçiya mominê ew şop in. Dayika wê çend çûba  ser gorê mominê ew kilama jêrîn momin ra digot:

Mominê verde verde yar moma dayê

Delalê verde verde sebra dinyayê

Tu runê biskan berde yar moma dayê

Bêriyan çi kûl û derde sebra dinyayê

Mominê ku kir çi kir yar moma dayê

Delalê kû kir çi kir sebra dinyayê

Rûnişt û kofî çîkir yar moma dayê

Bêriyan bixtan lêkir sebra dinyayê

Herçi heft sal bêrî be yar moma dayê

Li îmanê bê hêvî be sebra dinyayê

 Berxiko reş û kîvî yar moma dayê

Hilato ser nişîvî sebra dinyayê

 Mom(é)in bêriyan bê hêvî, yar moma dayê

Mom(é)in bêriyan bê hêvî, sebra dinyayê

Berxiko reş beranî yar moma dayê

Barî bû hatiye danê sebra dinyayê

 Ma momin yara şivanî yar momê dayê

Ma momin yara şivanî sebra dinyayê

Herçî birayê mezin e yar moma dayê

Sûnd xwar û mal û jin e sebra dinyayê

Dê momê bikûjin e, yar moma dayê

Dê momê bikûjin e, sebra dinyayê

 Şertê birayê navîn e, yar moma dayê

Sûnd xwar û pê yasîn e, sebra dinyayê

Dê momê bikûjin e, yar moma dayê

Dê momê bikûjin e, sebra dinyayê

 Şertê birayê biçûk e yar moma dayê

Sûnd xwar û mal û sûke sebra dinyayê

Dê momê bikin bûke yar moma dayê

Dê momê bikin bûke sebra dinyayê

            *Ev nivîse berî niha li bloga min de hatibu weşan, lê hinek guherînan ve nû tê weşandın.

 ** Ev gotine piştî kuştina mominê pêve, piranî li nav gelê herêma Colemêrg û Geverê gelek tê gotin.

                                       *** Felsefevan

Twitter widget by Rimon Habib - BuddyPress Expert Developer