Bîrdoziya Binyadzanînê* / Gilles Deleuze / Wergera Kürdî: Mithat Kutlar

Browse By

Print Friendly, PDF & Email

Pêşnûmaya Nîetzsche ya herî giştî ev bu ku, têgînên wekî wate û nîrxê bêxe nav felsefeyê de. Aşkera ye kû felsefeya nûjen li ramanên Nîetzsche re gelek îstîfade kiriye û hêj jî îstîfade dike. Lê belê dibe ku, ne wekî heskirina Nîetzsche be jî. Gorî Nîetzsche, felsefeya wate û nîrxê pêvîste ku bibe felsefeya rexnê. Bi rastî Nîetzsche ev fikra xwe tu caran nediveşart û her dem aşkra dikir. Kantî, ev pirsgirêk bi aliyê nîrxê ve nekiribu mijar. Ji ber vê jî rexneyek bi rasteqîn lênekiribu. Lê sedemên xebatên Nîetzsche li ser vê kêmasiya esasî radiveste. Lê belê li nav felsefeya nûjen de bîrdoziya nîrxê, lı rêya konformîzmê û rêya teslîmiyetên nû vekiriye. Zanista diyardetiyê/fenomenolojiyê jî li çend bin tesîr û bandora Nîetzsche de be jî, bi amurên xwe ve kete nav xizmetkariya konformîzmek nûjen da. Lê eger vê mijarê de behsa Nîetzsche bête kirin, pêvîste ku em bi ewan diyardeyan ve rêkevin: bi gorî pêkanîn û tesewira Nîetzsche, felsefeya nîrxê, bikaranîna rexneyek xurt e; ew jî bi aliyekê ve jî bikaranîna rexneyek bi tevî/tevahî, ango bikaranîna felsefeyek yêkane wekî “Zerbên Çekûç”e. Bi rastî têgîna nîrxê, berevajîkirinek rexneyî îhtîwa dike. Aliyekê her nîrxek wekî prensîbekê xûya dikin an jî xwe wusa didin pêşçav: her nîrxandinek dema kû diyardeyekê dinirxîne, vê nîrxandinê pê çend nîrxên ku serîlêdide re nîrx dike. Ji ber vê jî dîhar dike ku hebuna nîrxan “bi heyî” tê qebulkirin. Lê belê aliyek dîtir, bingeha nîrxandinên nîrxan jî -nêrînên bi teqdîrî/erênî- li heman demê de nîrxan tê. Pirsgirêka rexneyî ev e: bi nîrxên li ser nîrxan? ango pirsgirêka kaniya nîrxên nîrxandinê; yan jî afirandina nîrxan? Ji ber vê jî nîrxandin, wek hêmanên dîferansiyel ên li ser nîrxan ve re tête terîfkirin: yanî wek hêmanek rexneyî û hem jî bi afirînî. Eger mirov li ser hêmanên nîrxandinê bifikire dibîne kû ev nîrx nayê qebulkirin; levra pîvanên nîrxên nîrxewanan û piştewaniya piwanên nifşên heyiya wan, nifşên hebûnî ne. Ji ber vê jî hemû caran nifşê jiyana mirov çi qîmetê de be, jiyana bawerî, hestî û ramanî de jî heman dê vê qîmetê de be. Ji ber vê çendê dema tiştek bi “sanahî” bê nîrxandin, an jî şiklek bi “sanahî” bête bikaranîn û her wiha bi “sanahî” re bête fikirîn; ancax vê demê de tiştên tên gotin, hîskirin, afirîn, hvd. ên tên baverkirin wekî nîrxekê xwe nîşa didin (tên berçav). Koka pirsgirêkê ewa ye: bilindahî û nizimahî, esaletî û bêesaletî nîrx nînin. Lê belê her yekî ji wan wekî namzetên nifşên hêmanên dîferansiyel in, ên kû nîrxên nîrxandinê lê çêdibin.

Felsefeya rexneyî, du tevgerên kû hev nayên weqetandin pêk tê: her tiştî, koka her nîrxekê careka dîtir xwe girêdide nîrxek din. Lê, heman demê de wan nîrxan jî girêdide çend nîrxên ku ên qimeta wan ji nîrxan ten. Bi rastî têkoşîna Nîetzsche ya dûalî jî vêderê dertê: wî bi aliyekê, dijî karê ku tenê bi rêzkirina nîrxan ve tê mijûlbuyî; an jî ev karê kû rexneya her tiştî li ser erêkirina nîrxên heyî ve tête avakirin re têkoşîn dikir. Le belê ew fikra kû nîrxan, ji bo çanda rexneyî wekî derfetekê nebîne û her wiha ew nunerên ramana bi “Karkerên Felsefê” tên qebulkirin -Kant û Schopenhauer- re têkoşîn dikir. Aliyê din ve jî dijî ew kesên ku nîrxan, bi piranî wekî diyardeyên sivik, sanahî û wek wanekekî qebuldikin û paşra jî rexne dikin; an jî ew “erêker”, “berjewan” û “zanayên” ewan fikran diparêzin wan re têkoşîn dikir. Bi her dû aliyan ve jî felsefe, an wek nîrxek serbixwe ye, ango qîmeta wê ji xwe re tê; an jî, ji bo hemû kesê bi wek nîrxek bêguher û qebulkiriyî tê erêkirin. Ji ber wê çendê jî Nîetzsche, binyadzanînê awa dike. Gorî Nîetzsche feylesof, ne wek Kantî dadger e, ne jî wek berjevendkar û mekanîswanekê/î ye. Feylesof, ji xwe binyadzan e. Hesîodos e, feylesof. Nîetzsche, dijî cîhê fikra sûdeperestan ya hevşibînî û aliyê din ve jî dijî fikra Kantî ya rêgeziya gerdûnîtiyê ye. Li dijî wan kes û fikran re hêmana “cûda” an jî ya “hestiya navberiyê” (ango hêmana dîferansiyel) ditîne û bikartîne.
“ewan kesan fikra heza navberê (wek navbera tu tiştan) , ji xwe re wek piştevaniyekê qebul kirine û paşra jî xwe wekî heqdarê afirînerê nîrxan, an jî wek binavkerê nîrxan dîtine: gelo li wê sudeparastiyê re sudeya wan çi ye!”
Binyadzanîn, hem koka nîrxan e û hem jî nîrxa kokê ye. Binyadzanîn, dijî fikra teqezbuna nîrxan e. Her wiha dijî baweriya sudeparêziya nîrxan û baweriya kirdewarî ya nîrxan e. Binyadzanîn, hêmanek dîferansiyel e, kû koka hemu nîrxên nîrxan jî ji vê tên. Ji ber vê em dikarin bêjin binyadzanî, hem kok û zayîn e, hem jî navbera li nav kokê û hêmana cuda yê ye. Binyadzanîn, ferq û cûdahiyên kokê ên wekî esilî û bêesilî, esilî û sivikî, esilî û nizimahî, esaletî û herifînê (dekadans) ne. Hêmana binyadzanîn û rexneyî, heman demê de ewa ye: esîlî û bêesîlî, bilindahî û nizimahî… Lê belê dema ku wusa bête fêmkirin em dikarin bêjin kû rexne, tiştê herî erênî ye. Eger hêmana dîferansiyel nebe pejirandinek erênî ya afirandinê vê demê nabe rexneya nîrxên nîrxan jî. ji ber wê çendê gori Nîetzsche rexne, tu caran wek reaksiyonekê/bertekê nin e bi giştî wek bandorekê ye. Nîetzsche di felsefeya xwe de, hêmana rexneyê her dem didane hemberê tolê, rikê/kînê û zehlê. Berhema li ser Zerdeşt de, destpêkê heta daviyê Zerdeşt bi aliyê “meymûn”, “qeşmer” û bi “şeytan” re tê teqîpkirin. Lê dîsa jî berhema Zerdeşt da çawa diyar e kû tol, rik/kîn û rexne yek hev cuda ne, eynî wusa; ferq û cûdahiya Zerdeşt û meymûnê jî bi şiklek zelalî tê aşkera kirin. Lewra tirsa Zerdeşt ya herî mezin ev bu ku kesayetiya wî ji ya meymûn re bête têkelkirin. Rexne, bertek rikê/kînê nîn e, derbirînek çalak ya bi hebuniyek çalak e. Rexne, tol nîn e, piranî êrîş e; êrîşkariyek xweza ye ya bi lewnek hebuniyê, ango xerabdariyek îlahî ya mukemeliyê ye. Ewa -rexne- jî lewnek hebuniya feylesofî/ê ye. Lewra ew, hêmana dîferansiyel wekî tiştek rexneyî, afirîner û wek çekûçekê tesewir dike. Di wê babetê de ji derbarê hevrikên xwe re; ‘bi namerdî’ difikirin! dibêje, Nîetzsche. Bi rastî jî Nîetzsche, li derbarê binyadzanînê têgihiştinek wusa -ya ku hatî behskirin- gelek girîng didît: bi piranî jî ji bo rêkupêkkirina zanîn û felsefê; ji bo kifşkirina nîrxên pêşerojê.

*Ev nivîse di pirtûka Gilles Deleuze ya bi navê ‘Nîetzsche ve Felsefe/Nîetzsche û Felsefe’ yê ya kû Weşanxaneya Norgunkê hatî çapkirin (Werger ji Frensî: Ferhat Taylan) de hatiye wergirtin û wergerandin. Erênî an jî Neyînî benda şîrovên we xwendevanan im.

Ferhengoka Nivîsê:
Kurdî-Tirkî

Afirîn: yaratma, yaratım
Bandor: etki
Bertek: tepki, reaksiyon

Bîrdozî: kuram, teori
Binyadzanîn: soybilim
Diyardetî: fenomenolojî
Din: öteki
Erênî: olumlu
Êrîş: saldırı
Hebûnî: varoluş
Hewşibînî: eş görü, benzer
Hêman: öğe, unsur
Kesayet: kişilik
Kifşkirin: belirleme, tanımlama
Kirdewarî: öznellik, sûbjektîvîtî
Mijar: konu, tema
Namzet: temsil, temsilci
Nîrx: değer
Nîrxandin: değerlendirme
Pîvan: ölçü, kıstas
Raman: düşünce
Rexne: eleştiri
Rêkupêkkirin: sınıflama
Rik: Kin
Rik/Kîn: hınç
Sûdeperest: yararcı
Sûdeperestî: yararcılık
Teqez: mutlak
Teqezî: mutlaklık
Tesewir: tasavvur, tasvir
Têgîn: kavram
Têgihiştin: anlamak, kavramak
Têkoşîn: mücadele
Tol: intikam
Wate: anlam
Zanîn: bilim
Zehl: nefret
Zerb: darbe
Wane: nesne

Twitter widget by Rimon Habib - BuddyPress Expert Developer